Luettua.com


  1. Etusivu
  2. Nordqvist, Sven
  3. Var är min syster? (Xuska min li ku ye?)

: Var är min syster? (Xuska min li ku ye?)

Yhteenveto
Lisätiedot
  • Katseltu: 99 krt
  • Suosituksia: 1 kpl
Toiminnot

Kuvaus (405 sanaa, lukemiseen kuluu n. 2 minuuttia)

Cara pêsî, bîst û pênc sal berê, fikra vê pirtûkê li cem min peyda bû. Hingê dê bibûya gereke wêneyî, di nav dimeneke xwezayî ya sahane ya dirêj û lihevkirî de. Di destpêkê de wêne girîng bû, dê tu tekst tunebûya. Lê pasê ez fikirîm ku divê piçek tekst hebe lê ji min re zehmet dihat ku ez ji wêneyan re tekstê binivîsînim, ji tekstan re çêkirina wêneyan hêsantir bû. Loma jî ew pirtûk wisa ma. Cihê wê Findo û Mam Mendoyî û çîrokên mayîn dagirt û bi salan bi baldarîyeke mezin hatin sopandin. Li cem min demeke dirêj mayîn û cazîbeya vê fikrê wêne ne, wêne behsa bûyerê dike û pir balkês in. Gelek tist dikarin biqewimin bêyî ku meriv tistekî îzeh bike. Min xwest ku ez wêneyên mezin û gelek bi detay çêbikim ku ez bikaribim xwe bi kurahîya wêneyan re demeke dirêj mijûl bikim. Ji xwe tistê ku di mijûlahîya wênêçêkirinê de meriv têr dike ew konsentrasyon û xwe ji dunyayê îzolekirin e. Nêzî sal û nîvekê ez li ser vê pirtûkê xebitîm. Min guherandinên mezin di nimûneya orîjinal a pêsî de nekirin. Min xwest ez ew fikrên spontaneyên pêsî bihêlim bêyî ku li ser bihizirim an jî tistekî lê zêde bikim. Bawerîya min bêhtir bi tistên spontan tê ku qîmeta wan dikare jê yê hizirkirî an jî guherandî zêdetir be. Tekst divîyabû heta dereceyekê ji wêneyan serbixwe bibûya ku zarok bêyî tekstê jî bikaribûya ji pirtûkê hez bikira. Pirtûk behsa birayekî biçûk dike ku xuska wî winda bûye. Ji bo ku bikaribe li cihên rast li wê bigere divê ew zanibe ka xusk bi çi awayî dihizire û dixwaze çi bike. Ew divê wê bas binase heta ku bikaribe wê bibîne. Û di dema lêgerînê de tistên ku berê qewimîne tên bîra wî, bi wî awayî em xuskê dinasin herçiqas ku ew di her rûpelên vekirî de tenê mîna niqteyeke biçûk dixuye. Ev cara pêsî ye ku min çêkirina wêneyan berî nivîsîna tekstê ceribandîye. Sven Nordqvist


Arvostelut

Teos ei ole vielä saanut arvosteluita. Ehkä kukaan ei ole vielä innostunut tästä teoksesta riittävästi kirjoittaakseen siitä mielipiteitään, tai heitä ujostuttaa olla se kuuluisa ensimmäisen kommentin lähettäjä.

Kirjoita uusi arvostelu
  • HTML ei ole sallittu.
  • Sähköpostiosoite ei ole sallittu.